Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn 2021-02-28 16:19:28   ENQERE- Hewldana ji bo Roboskî Edalet, careke din bal kişand ser bêedaletî û bêcezahiştinê Komkujiya Roboskî ku 34 kes têde hatin qetilkirin û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya têkçûna pergala edaletê ye.   Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de piraniya wan zarok 34 kes ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve bi bombardûmana hewayî hatibûn qetilkirin. Hewldana ji bo Roboskî Edalet, ji bo Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 110 meh di ser komkujiyê re derbas bûye û wiha got: “Ji wê şevê heta niha 479 hefte derbas bûne, hiqûq winda ye, edalet reviya ye, her kes bêdeng e. Di nava 3 hezar û 350 rojên di ser komkujiyê re derbas bûn hîn jî edalet nîne.”   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Meclisê komîsyon ava kir û veşart, dadgeriyê jî mafdar nîşan da. Roboskî sembola bêwijdaniyê ye ku mafê jiyanê nade mirovên me yên ku ji ber sînorên hatine danîn ji neçarî ji bo debara xwe bikin bi hêstiran bar dibin û tînin. Komkujiya Roboskî mîna komkujiyên din hemûyan radestî bêedaletî û bêcezahiştinê hatiye kirin. Heta ku bûyera li Roboskî qewimî ji gel re neyê vegotin, siyaseta Tirkiyeyê ne sivîl ne jî demokratîk dibe.”