Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-02-28 19:43:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî danayên Wezareta Tenduristiyê, di nava 24 saetên dawî de, 66 kesan ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan, 8 hezar û 424 kesên din bi vîrûsê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, tabloya xwe ya derbarê danayên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a 24 saetan de aşkere kir. Li gor3ı danayên wezaretê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û 610 nexweşên nû jî di nav de, bi giştî 8 hezar û 424 kes bi vîrûsê ketin.    Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, bû 28 hezar û 569 û hemara  kesên bi şewbê ketin jî, derket 2 mîlyon, 701 hezar û 588 kesan.