Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin 2021-03-01 09:09:23 MANÎSA - Malbata siyasetmedarê kurd Omer Bartan ê ji aliyê PDK’ê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, da zanîn ku ji ber ku Bartan sîxûrtî qebûl nekir, di 28’ê çileyê de, bi awayekê çavên wî girêdayî, destên wî kelepçekirî teslîmî Tirkiyeyê kirin.” Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan (48), ji ber li Tirkiyeyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê lê tê birin, neçar dimîne ku biçe bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir bi cih bibe. Bartan piştî demek kurt, di 3’yê tîrmeha 2019’an de, ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tê girtin.    Asayîşa PDK’ê di 19 mehên Bartan girtî dimîne de bi tu awayî agahiyê nade malbata wî. Malbata wî ya  li Tirkiyeyê dijî, bi dehan car diçe Hewlêrê, lê asayîşa PDK’ê derbarê Bartan de tu agahiyan nade malbatê. Ligel ku malbatê xwest hevdîtinê bi kurê xwe re bike jî, lê destûr nehat dayîn û malbata paşve hat şandin.   Bartan herî dawî di 28’ê çileyê de, dest û çavên wî girêdayî, di Deriyê Sînor ê Xabûr a navçeya Sîlopî ya Şirnexê re teslîmî Tirkiyeyê hat kirin.   Bartan ê hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Bartan di 22’yê Sibatê de, bi telefonê li malbata xwe geriya û tiştên jiyan bi raya giştî re parvekir.    WEZÎRÊ KARÊN HÛNDIR QEBÛL NEKIR    Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hat ragihandin, Wezîrê Karên Hûndir ê Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên têkildarî Bartan ne rastin û tiştên hatin serê Bartan derewandin.   Malbata Bartan, pêvajoya jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    NEÇAR MA KU BIÇE   Birayê Bartan Bekîr Bartan, bal kişand ser rewşa birayê xwe û wiha axivî: “Birayê min di sala 1992’yan, di Şaredariya Bedlîsê de dixebitî. Wê demê hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Destpêkê wî şandin Girtîgeha Mêrdînê, ji wir jî sewqî Bartinê kirin. Cezayê Omer di Hezîrana 2001’an de, qediya û hat berdan. Piştî hat berdan, cihê xwe di xebatên Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a Manîsa de, girt. Di partiya siyasî de dixebitî. Dema ku dixebitî, polîsan her tim ew dişopandin û her tim rastî zextên derûnî dihat. Omer tenê li Manîsa xebitî. Di salên 2014, 2015 û 2016’an de jî li Wan û Edenê xebatên xwe yên siyasî dewam kirin. Ji ber xebatên xwe yên siyasî lêpirsîn derbarê wî de hatin vekirin. Ji ber dozeke wî jî 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber ku dadgeha bilind cezayê wî erê kir, neçar ma ku biçe Herêma Federe ya Kurdistanê.”   ‘ASAYÎŞA KDP’Ê WÎ GIRT’   Bira Bartan, diyar kir ku dema ku Omer çû bajarê Hewlêrê jî her tim têkiliya wan bi hevre hebû û wiha got: “Birayê min di 3’yê Tîrmeha 2019’an de, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê bêyî ku tu hincetekê nîşan bidin hat girtin. Heya 3 meh û nîvan me bi tu awayî agahî jê negirt. Bi derfetên xwe em fêrbûn ku hêzên PDK’ê birayê min girtine.”    'EZ ÇÛM HEWLÊRÊ'   Bartan, bal kişand ser çûyîna xwe ya Hewlêrê û wiha pê de çû: “Di meha Cotmeha 2019’an de ez çûm Hewlêrê. Ez 15 rojan li wê derê mam. Ez çûm asayîşa Hewlêrê û min pirsa birayê xwe kir. Min xwest hevdîtinekê pê re bikim. Lê ji min re gotin, ‘ne pêkane ku tu wî bibînî û li vê derê vale ne raweste. Te bivê reqema xwe ya telefonê bide me, dema me wî berda, em ê li te bigerin. Wê demê tu dikarî bêyî hevdîtin bikî.’ Min jî reqema xwe da wan û ez neçar mam ku paşve vegerim. Ji xwe kesek jî li min negeriya. Dûre pêvajoya pandemiyê dest pê kir. Deriyê sînor hat girtin. Ji ber vê min çarek din nekarî biçim Hewlêrê. Di 28’ê Sibatê de jî, PDK’ê birayê min teslîmî Tirkiyeyê kir. Polîsan li me geriya û agahî dan me.”    ‘KDP’Ê EZ TESLÎM KIRIM’   Bartan, agahiyên ku birayê wî Omer Bartan di 22’yê Sibatê de, jê re ragihandin wiha vegotin: “Li ser telefonê ez nêzî 10 deqeyan bi birayê xwe re axivîm. Ji min re got, PDK’ê bi zanebûn ew teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Behsa tiştên di girtîgeha Hewlêrê de anîbûn serê wî û îxaneta PDK’ê ji me re kir. Pir bi hirs bû. Birayê min ji me re got; ‘Ez 19 mehan di girtîgeha Hewlêrê de mam. Her tim zext li min dikirin û gef li min dixwarin. Sîxûrtî ferzî min kirin. Min ev daxwaza wan her tim red kir. Di girtîgeha Hewlêrê de, zext û tecrîdek mezin a PDK’ê li ser kesên li Tirkiyeyê ceza girtine û çûne Hewlêrê heye. Li wê derê gelek girtî, di şert û mercên bi xirab de dimînin. Di demek kurt de min li wê derê 13 kîlo dan. Herî dawî ji ber ku min daxwaza wan a sîxûrtiyê red kir, ez di 28’ê Çileyê de, bi awayekê dest û çavên min girêdayî teslîmî Tirkiyeyê kirim.’ Birayê min niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di qawîşa karantînayê de tê girtin.”   ‘KDP’Ê ŞAŞÎ KIR’   Bartan, têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Hûndir jî, ev nirxandin kir: “PDK’ê şaşiyek mezin kir. Ji bo ku îxaneta kiriye, veşêre derewan dike. Asayişa li Hewlêrê girêdayî PDK’ê ye. Em hemû jî vê baş dizanînin. Asayişa PDK’ê bi xwe ji min re got ku Omer di destê wan de ye. PDK’ê bi xwe Omer teslîmî Tirkiyeyê kir. Ji ber vê ne hewceya ku rêveberiya Hewlêrê derewan bike. Divê tu kes li hemberî vê îxaneta PDK’ê bê deng nemîne.”    ‘6 SALIN KURÊ XWE NABÎNIM’   Dayika Bartan Hûrî Bartan jî, diyar kir ku 10 zarokên wê hene û wiha axivî: “Omer kurê min ê duyemîne. Kurê min di temenê xwe yê ciwan de beşdarî siyaseta Kurd bû. 6 salin min kurê xwe neditiye. Derbarê kurê min de gelek dosya vekirin. Di rojên derbasbûyî min wî di televîzyonê de dît. PDK’ê wî teslîmî Tirkiyeyê kir. PDK jî Kurd, lê îxanetê li Kurdan dike. PDK pir qirêj bûye. Ger di nava Kurdan de yekitî hebûya, îro PDK’ê ne dikarî kurê min teslîmî Tirkiyeyê bike. Ez li Manîsayê, kurê min jî li girtîgeha Şirnexê dimîne. Nexweşiya vîrûsa koronayê heye. Ez 65 salime. Ez ê niha çawan biçim hevdîtin kurê xwe? Ev vîrûs jî wê çi demî xelas bibe, ez nizanim. Êdî ez nizanim ezê çi demê kurê xwe bibînin."