Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir 2021-03-01 09:15:20 AYDIN - Rêvebera HDP’ê ya Bajêr a Aydinê Caîze Yarici ya ku du caran li Aydin bi lêgerîna tazî rûbirû ma, derbarê vê kiryar û binpêkirina mafan û şikandina rûmetê de, li Serdozgerriya Komarê ya Dîdîmê gilî kir. 13 jinên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 14’ê Sibatê de li Aydinê hatin binçavkirin û di 17’ê Sibatê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 4 jinên hatibûn berdan, aşkere kiribûn ku li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Soke û Dîdîm rastî pêkanîna lêgerîna tazî hatin.    Rêvebera HDP’ê ya Aydin Caîze Yarici, ya ku di dema serdegirtina polîsan a malê de û li Miduriyeta Polîsan a Dîdîmê, du caran rastî lêgerîna tazî hatibû, di 26’ê Sibatê de, roja Înê têkildarî binpêkirinên mafan ên jiyan serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Aydinê da. Yarici dûre çû Serdozgeriya Komarê ya Dîdîmê û gilî kir.   ‘LÊGERÎNA TAZÎ’   Yarici, diyar kir ku polîsan di 14’ê Sibatê de bi ser mala wê de girtin û binçav kirin. Yarici, têkildarî awayê binçavkirin xwe wiha got: “Di dema lêgerîna malê de, polîsan ez xistim odeyekê. Dûre lêgerîna tazî ferzî min kirin. Polîsên jin, bi zorê ez di lêgerîna tazî re derbas kirim. Piştî ez birim Miduriyeta Polîsan a Navçeya Dîdîmê jî, nêzî 3 saetan em rawestandin. Dûre em xistin nezaretxanê. Destpêkê 2 polîsên jin û 4 jî polîsên zilam ez birim odeyekê. Derî nîv vekirî hiştin û ji min re gotin xwe tazî bike. Min jî îtîraz kir. Li ser vê yekê ji min re gotin ‘prosedur’ wihaye. Em du kes bûn. Derfeta ku em karibin bi hevre bi axivin tune bû. Heya bincilkan ez tazî kirim. 3 caran ji min re gotin rûne û rabe. Di heman demê de gotin hilpeke. Tiştên bi me kirin, şikadina rûmetê bû.”    'GEF LI ME XWARIN'   Yarici, dest nîşan kir ku ligel lêgerîna tazî, gef jî li wan hat xwarin û wiha pê de çû: “Piştî ku îfade dayîna min a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû, midûrê ewlekariya navçeyê ket hûndir û ji min pirsa, ‘Tu xanima malêyî, gelo hatine te ya vê derê çiqas başe?’ Min jî ji wî re got we ez anîme vê derê. Midur li ser vê ji min re got, ‘Em ê hesab bipirsin. Em Tirkiyek bi hêzin û em welatek bi hêzin. Çi li vê cîhanê be, çi jî li cîhana din be, em ê hesap bipirsin.’”    ‘LÊGERÎNA TAZÎ ÎŞKENCEYE’   Yarici, dest nîşan kir ku di sala 1999’an de ji ber rewşa aboriyê neçar man ku ji navçeya Bazîda Agiriyê koçî navçeya Dîdîmê bikin û wiha got: “Ev 22 salin di nava têkoşîna siyaseta Kurd de, cih digirim. Saleke jî rêveberiya Rêxistina HDP’ê ya Aydinê dikim. Me bi vê têkoşînê çavê xwe li cîhanê vekir. Her tim zext li me tên kirin. Telefonên me tên guhdarkirin. Em ê tu carî zextên li dijî xwe qebûl nekin. Ji ber ku ji me jinan pir ditirsin, me binçav dikin û digirin. Hem dewlet û hem jî zilamên serdest dixwazin me dibin desthilatdariya xwe de bigirin. Lêgerîna tazî jî parçeyekê vê desthilatdariyê ye. Lêgerîna tazî ya li ser bedana jinan, awayê zext û îşkencê ye.”   ‘GELÎ KIR’   Yarici, bibîr xist ku lêgerîna tazî sûce û wiha got: “Lêgerîna tazî li dijî qanûn û hiqûqê ye. Ezê tu carî lêgerîna tazî qebûl nekim. Derbarê lêgerîna tazî de min serê li ÎHD’ê da. Ez dûre çûm Serdozgeriya Komarê ya Aydin û min gilî kir. Heya dawiyê ez mafê xwe biparêzim.”