Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin 2021-03-01 11:28:43 ŞIRNEX- Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de aktîvîstên TJA'yê li navend û navçeyên Şirnexê ji jinên girtî re qert şandin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Şirnexê û navçeyên wê, ji jinên girtî re qert şandin. Li navçeya Silopiya jinên ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê li hev kom bûn, bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" berê xwe dan PTT'ê û qertên 8'ê Adarê ji jinên girtî re şandin.