Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq 2021-03-01 15:12:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên endamên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, kom bûn û xwestin “Roja 8’ê Adarê, bibe roja destûra bi mûçe.”    Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK), Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Koma Xebatê ya Jinên Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) û Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hev kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîna li Navenda Giştî ya TTB’ê hat lidarxistin. Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Denîz Erdogdû, di civînê de axivî û da zanîn ku jin hem di jiyana civakî de û hem jî di jiyana xebatê de li dijî pergala serdest a zilam têdikoşin.    Erdogdu, diyar kir ku ew ê tu carî dest ji jiyan-mafên xwe bernedin û wiha got: “8’ê Adarê roja sembola berxwedan û têkoşîna jinane. Di şert û mercên heyî de, têkoşîna hebûna jinan, gehiştiye asteke pir girîng. Êdî divê astengiyên li pêşiya îstîhdama jinan rabe. Bi vê re em dixwazin roja 8’ê Adarê, bibe roja destûra bi mûçe ya jinan.”