Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan 2021-03-01 16:57:28   MÊRDÎN - Endamê Meclîsa HDP’ê Abdullah Îdîg û Dilgeş Aydin hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibû lidarxistin, duh li Balafirgeha Mêrdînê endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Îdîg bi Dîlgeş Aydin re hatibûn binçavkirin. Îdîg û Aydin, piştî li Miduriyeta Polîsan îfade dan, sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin. Dozgerê îfadeya Îdîg û Aydin girtin, şandin Dadgeha Cezayê Sûlhê. Îdîg û Aydin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.