69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2021-03-01 21:37:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 891 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 638.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 69 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 891 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 28 hezar û 638 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 711 hezar û 479.