'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da 2021-03-02 09:53:31   ENQERE - Perîhan Pûlat a ji remzeke berxwedan û çalakiyên Enqereyê bû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Perîhan Pûlat (78) a li çalakiyên “Em karê xwe dixwazin” ya ku li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Yuksel a Enqereyê û wek “Xwişka Perîhan” a Cadeya Yukselê tê nasîn li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Pûlat, di êrişa polîsan de bi dehan caran bi erdê re hat kaşkirin û binçavkirin. Di çalakiya 1’ê Gulana 2018’an a “Em karê xwe dixwazin” de polîsan tundiyeke giran lê kiribû. Pûlat, li ser gotina polîsekî ya “Tu hêj nemirî yî!” bi gotinên “Min biryar da ez ê heta 100 saliyê bijîm” bersiv dabû.