PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê 2021-03-02 10:17:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku PDK’ê Nûnerê Mîrê Êzidiyan Cewher Elî Beg biriye Konsolozxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û avêtiye Tirkiyeyê.      Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 9’ê çileya 2020’an de, bi pîştgiriya Tirkiyeyê Peymana Şengalê îmze kirin. Bi vê peymane tê xwestin ku Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Şengalê ji Şengalê bên derxistin û li şûna hêzên Hikûmeta Navendî ya Iraqê û pêşemgeryên girêdayî PDK’ê bên bicihkirin. Lê li gel ku bi ser îmzekirina Peymanê re 3 meh derbas bûne jî ji ber berxwedana gelê êzidî peyman pêk nehatiye.    ARMANC DAGIRKIRINA ŞENGALÊ YE     Tirkiyeyê li dijî vê rewşê gelek bi bertek e û zextê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku peymanê pêk bînin û YBŞ û Asayîşa Şengalê ji Şengalê derxin. Tirkiye gef li her dû hikûmetan dixwe û dibeje ku heke ew peymanê pêk neynin wê li dijî Şengalê êrişeke leşkeri bide destpêkirin û Şengalê dagir bike. Ji bo vê jî ev demeke amadekariyan dike û di qada navneteweyî de dîplomasiyê dimeşîne.      PDK’Ê ÊZIDIYAN AVÊT TIRKIYEYÊ     Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî li şûna ku li dijî van hewldanên Tirkiyeyê derkeve û êrişên Tirkiyeyê rawestîne, ji Tirkiyeyê bêtir hincetên Tirkiyeyê yên ji bo êrişê tîne ziman. Herî dawî jî derket holê ku PDK’ê Nûnerê Mîrê Êzidiyan Cewher Elî Beg bi heyetekê biriye konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û avêtiye Tirkiyeyê.      BI KONSOLOS RE HEVDÎTIN KIR   Cewher Elî Beg, têkildarî vê hevdîtina xwe axivî û diyar kir ku di 7’ê sibatê de bi heyetekê re çûye Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê û Konsolê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay re hevdîtin kiriye. Elî Beg, diyar kir ku di hevdîtinê de li ser pêkanîna êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê rawestiyane û angaşt kir ku xwestine ku Tirkiye li dijî Şengalê êriş pêk neyne.