Li ser sînor cenazeyek hat dîtin 2021-03-02 13:25:03   WAN - Li Taxa Kêrhatî ya navçeya Elbakê, cenazeyê penaberekê hat dîtin.   Li Taxa Kêrhatî ya girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê ya dikeve ser sînorê Îranê, cenazeyê zilamekê penaber hat dîtin. Ekîbên eskerî li ser agahî dayîna welatiyên taxê hatin cihê bûyerê û cenaze ji bo otopsiyê rakirin navenda bajêr a Wanê.