6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn 2021-03-02 13:52:35   AMED - Di doza ku ji "endamtiya rêxistine" tê darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildizê hat birîn.   Bi hincetên guhdarkirina telefonê, tevlîbûna şînan, daxuyaniyên çapemeniyê, beyanên şahidên nepen û vekirî bi ideaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sûrê ya Amedê Hatûn Yildiz de doz hatibû vekirin. Danişîna doza biryarê ya Yildiz li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Yildiz beşdar nebû de parêzerê wê Yûsûf Çakas lê amade bû.  Dozgeriyê mutaalaya ku di danişîna beriya niha de xwendibû dubare kir û ji 7 salan heta 15 salan ji Yildiz re ceza xwest.   ‘MUWEKÎLA MIN SIYASETMEDAR E’   Parêzer Yûsûf Çakas, li dijî mutaalayê parastin kir. Çakas şahidê nepen weke “îtîrafkar” bi nav kir û bal kişand ser beyanên bi nakok ên şahidan. Çakas, da zanîn ku muwekîla wî bi nasnameya siyasetmedariyê xebatan bi rê ve dibe û wiha got: “Muwekkîla min weke Hevseroka HDP’ê ya Sûrê siyaset kiriye.” Çakas, destnîşan kir ku muwekîla wî beşdarî 300 merasîmên cenazeyan bûye lê di dosyayê de tenê 10 merasîm hatine nivîsîn. Çakas, xwest ku tevlîbûna merasîman a muwekîla wî weke xebatên siyasî bê nirxandin û daxwaza beraeta wê kir.   Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, ji sûcê “propagandaya rêxistinê” biryara beraetê, ji sûcê “endamtiya rêxistinê” jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yildiz birî.