Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin 2021-03-02 15:23:54   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind piştî banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin.       Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û rayedarên îqtîdarê hema bêje her roj bang li darazê dikin kul i dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsîn bide destpêkirin. Devlet Bahçelî yê serokê nijadperest îro jî di komcivîna li Meclîsê de bang li darazê kiribû ku derbarê HDP’ê de lêpirsîn were destpêkirin.   Buroya Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Komarêy a Dadgeha Bilind nivîs nivîsand û xwest pêvekên îdianameya Kobanê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetmedar jê tên darizandin jê re were şandin.    Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatibûn amadekirin. Serdozgeriyê mînaka van fezlekeyan xwest. Çavkaniyên Serdozgeriyê destnîşan kirin ku xebatên partiyên siyasî hemû dişopînin û van belgeyên xwestine jî di çarçoveya lêkolînek rûtîn de hatine xwestin.    Serdozgeriya bi xebatên partiyên siyasî re eleqedar dibe di encama lêkolîna dê bike de heke xebatên HDP’ê di çarçoveya “çalakiyên rêxistinê” de tespît bike, tê texmînkirin ku derbarê HDP’ê de doza girtinê were rojevê.