Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir 2021-03-02 15:49:23   MÊRDÎN - Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîs Y.Y., li mala mamosteyan êrîşa zayendî li zaroka 12 salî kir.    Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 25'ê Sibatê de polîs Y.Y. li Mala Mamosteyan a Dêrikê êrîşa zayendî li zarokê 12 kalî kir. Polîs Y.Y. yê li mala mamosteyan bi cih bûbû, dema zarokê 12 salî tazî ji odeyê derket, hat fêrbûn ku polîs êrîşa zayendî kiriye. Xebatkarên Mala Mamosteyan zarokê tazî ji odeyê derket girtin û xiztin bin parastinê. Piştî îfadeya zarok girtin bûyer derket holê. Zarok anî ziman ku polîsê trafîkê Y.Y. êrîşa zayendî li wî kiriye. Li ser vê yekê li şûna Midûriyeta Polîsan a Dêrikê polîs Y.Y. binçav bike, peyvira wî derxistin dervê bajar. Piştî vê yekê polîs Y.Y. ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin. Piştî eskeran Y.Y. sewqî dadgehê kir, Dadgeha Cezayê Sulhê ew şand girtîgehê.    Hat zanîn ku serdozgeriya Komarê ya Dêrikê der barê bûyerê de biryara veşartinê da.      MA / Ahmet Kanbal