11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine 2021-03-02 20:33:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 11 hezar û 837 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 706.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 68 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 28 hezar û 706 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 723 hezar û 316.