Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin 2021-03-03 08:18:44 AMED - Li Amedê endam û rêveberên MEBYA-DER'ê jî di navde 14 kes hatibûn binçavkirin. Ji 14 kesên hatin binçavkirin 3 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê dayika 79 salî Meryem Soylu û û dayika 71 salî Hatun Aslan girtin.    Polîsan di 27'ê Sibatê de bi ser komeleya MEBYA-DER û gelek malbatan de girtibû. Polîsan di serdegirtina komeleyê û malbatan de 14 kes binçav kiribûn. Ji 14 kesên hatin binçavkirin 11 kes hêj di bin çavan de ne û rêveberên MEBYA-DER'ê Hatun Aslan (71) û Meryem Soylu (79) û rêvebera HDP'ê Fetullah Işik sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dosger bi daxwaza girtinê 3 kes sewqî Dadgehê kir. Dadgehê jî Aslan û Soylu girtin û şandin girtîgehê. Işik  jî serbest berda.    11 KES HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE   Hevserokên MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag û Yuksel Almas, endam û rêveberên komeleyê Zekî Dag û Ayşe Çelikbilek, Rêvebera DBP'ê ya Amedê Hatice Guneş, Rêveberê DBP'ê Tahir Gul, Hevseroka HDP'a Peyasê Hanım Altindag, Rêvebarê HDP'a Sûrê Murat Uzgun, Rêvebrê HDP'a Amedê Hafiz Işik, Rêveberê MEYA-DER'ê Muzaffer Ulaş jî di navde 11 kes hêj di bin çavan de tên girtin.