Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin 2021-03-03 09:13:18 ÊLIH -  Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Êlihê, li girtiyên ku dertên axaftina telefonê tekmîl tê ferzkirin û serdegirtinên qawişan di demên dawîn de zêde dibin. Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Êlihê, li girtiyên ku dertên axaftina telefonê tekmîl tê ferzkirin. Ji ber vê girtî dernakevin hevdîtinên bi telefonê. Her wiha hat diyarkirin ku gardiyan dema ku xwarin ji girtiyan re dibin destê xwe dikin nav xwarinê û bi vî awayî xwarinê didin wan. Hat gotin ku her roj bi ser qawişan de tê girtin û di serdegirtinan de amûrên girtiyan ji hev tên belavkirin û tên şikandin û girtiyên ku vê îttîraz dikin ku gardiyan tundiyê li wan dikin.    BINPÊKIRINAN JI MALBATÊN XWE RE RAGIHANDIN   Mehmet Çavîren ku ji doza “Xwerêveberiyê” ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tê darizandin û cezayê muebetê girtiye û Mehmet Ektîren ku di koma 13’emîn de ketibû çalakiya greva birçîbûnê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbatên xwe ku çûbûn hevdîtina wan re vegotin. Girtiyan agahî da kut imik cezayê hucreyê li wan tê birîn.    DESTÛR NADIN KU HEV BIBÎNIN   Çevîren û Ektîren, dan zanîn ku li girtîgehê 85 girtiyên siyasî hene û destûr nayê dayîn ku ev girtî hev bibînin û pêkanînên kêfî yên li girtîgehê di asta herî jor de ne. Girtiyan, agahî dan ku dema gardiyan xwarinê ji wan re dibin destê xwe dikin nav xwarina wan û bi vî awayî xwarinê didin wan.    'EM Ê GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIDOMÎNIN’    Girtiyan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî gotin ku wê çalakiyê bidomînin û bi rêya malbatên xwe banga hestyariyê li raya giştî kirin.