Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin 2021-03-03 09:18:43   STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê diyar kirin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di serî de ciwan li dijî hemû civakê polîtîkayên şerê taybet bi rêve dibe û anîn ziman ku wê li dijî vê hişmendiyê têkoşîna xwe mezintir bikin.   Her roja ku diçe zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde dibin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di axaftina xwe ya rojekê berê de daxuyand ku tenê di meha sibatê de nêzî 800 partiyîyên wan hatine binçavkirin û ji wan nêzî 40 partiyî hatine girtin. Para herî mezin a zext, binçavkirin û girtinan jî dikeve berê endamên Meclîsa Ciwanan. Ciwanên HDP’î ên diyar dikin ku binçavkirin û girtin perçeyekî polîtîkayên şerê taybet e, li gel her tiştî jî bi biryar in ku dest ji têkoşînê bernedin.    Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Muhammed Unal, da zanîn ku zextên li ser ciwanan xwe li her derê didin nişandan û mînaka xwendekarên ku piştî şermezarkirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin da.   ‘CIWAN TÊN TERORÎZEKIRIN’   Ûnal, bi bîr xist ku heta niha 11 xwendekar hatine girtin, ji 35’an re jî ‘hefsa malê’ hatiye dayîn û wiha axivî: “Bi hinceta ‘sûcê rûreşiyê’ hefsa malê dane xwendekaran. Desthilata AKP’ê û MHP’ê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet te ciwanên li ber xwe didin û partiya me weke ku ‘sûcên rûreşiyê’ kiribin terorîze û krîmînalîze dikin. Em van qebûl nakin. Li dijî van pêkanînan heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    LI GELEK QADAN ‘QIRKIRIN’ HEYE   Unal, anî ziman ku desthilatê li gelek qadan “qirkirin” pêk anî ye û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP’ê li dijî çand û ekolojiyê şer daye destpêkirin. Mînak stranbêjên kolanan her roj xwe dikujin. Desthilat ciwanên ku li dijî van dengê xwe dernexîne, van neke rojev û ne têbikoşe dixwaze. Em polîtîkayên wan ên ku me ji civakê dûr dixînin red dikin û li dijî wan têkoşîna xwe didomînin.”   ‘DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’   Unal, destnîşan kir ku desthilat li ser jinan jî polîtîkayên taybet bi rêve dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji 8'ê Adarê re demekî kurt ma. Wezîrê Karên Hûndir her ku 8’ê Adarê nêzîk dibe radibe dibêje ‘PKK partiyeke jinê ye’. Anku dixwaze jinan ne derxîne qadan û şerê vê yekê yê dêrûnî dimeşîne. Li dijî vê jî jin heta dawiyê têdikoşin. Divê li dijî van bêdeng nemînin.”   JI RÊXISTINBÛNA CIWANAN DITIRSIN   Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Stenbolê Vedat Guleşçî jî diyar kir ku desthilat dixwaze ciwanan bike sîxûr û wiha got: “AKP û MHP ketina serdema têkçûnê, ji ber vê yekê ser ciwanan de tên. Ji ber ku baş dizanin ku heke biçin wê ji aliyê hêza pêşenga civakê ve biçin. Tişta herî zêde jê ditirsin rêxistinbûna ciwanan e.”   NÊZÎ 800 KESAN BINÇAVKIRIN   Guleşçî, destnîşan kir ku hişmendiya ku desthilat li wan ferz dike qebûl nakin û wiha axivî: “Em dixwazin paradîgmayeke demokratik, ekolojik û azadiya jinê were pêk anîn û têkoşîna vê didin. Di vê pêvajoya dawî de endamên Meclîsa Ciwanan jî di nav de nêzî 800 kesan hatin binçavkirin. Li dijî van hemû zextan jî Meclîsa Ciwanan dest ji xebatên xwe berneda û piştevaniya têkoşîna hemû beşên civakê jî dike.”