Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e 2021-03-03 09:50:29 AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku 500 roj di ser girtina wî re derbas bûn, diyar kir ku divê li dijî hemû êrişên desthilatê li qadên berxwedanê deng bê bilindkirin û ev tişt got: “Divê em li dijî pergala yek zilamî demokrasiyê û li dijî şer jî aştiyê bi rêxistin bikin. Bihar nêz e aştî nêzik e.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku di sala 2019’an de piştî ji peywira xwe hatibû dûrxistin û hatibû girtin, di ser girtina wî re 500 roj derbas bûn. Mizrakli, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Qeyseriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand û têkildarî mijarên di rojevê de nêrînên xwe parve kir.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di destpêka nameya xwe de Mizrakli, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwest ku daxwazên girtiyan ên di çalakiya greva birçîbûnê bên qebûlkirin û kesên li derve jî ji bo çalakiya greva birçîbûnê berpirsiyariyên dikevin ser milên wan pêk bînin.    DEMA MIJAR DIBE KURD…   Mizrakli, diyar kir ku her roja derbas dibe Tirkiye ber bi mîlîtarîstiyê ve diçe û muxalefeta sereke jî di vê mijarê de piştgiriya desthilatê dike û wiha got: “Li Tirkiyeyê mijara ku muxalîf, çepgir, mûhafazakarên îslamîst digihîjin hev kurd in. Dema ku navê kurd derbas dibe van beşan hemû dibin yek. Ev jî civakê her roj bêtir dike rewşeke mîlîtarîst.”   ‘LI DIJÎ KURDAN ŞER HATIYE BIRÊXISTINKIRIN’   Di berdewama axaftina xwe de Mizrakli, da zanîn ku li dijî gelê kurd şerek hatiye birêxistinkirin û ev tişt anîn ziman: “Her roj ji ber ku bi kurdî diaxivin û kurdbûna xwe êriş li kurdan tê kirin û jiyana xwe ji dest didin. Tiştên ku di salên 1990’î de bi veşarî dihatin kirin îro vekirî tên kirin. Kesên ku li dijî vê rewşê dertên şoreşgerên rasteqîn in.    EM BERXWEDANÊ BERBELEV BIKIN   Mizrakli, dawiya nameya xwe de daxwaz kir ku mirov hêviya xwe biparêzin û ev tişt gotin: “Her meh 500 hevalên me tên binçavkirin û girtin. Rexmî vê jî di paş de gav nayê avêtin û berxwedan heye. Li erdnîgariya kurdan ev heye. Êdî dora Tirkiyeyê ye. Divê hemû ciwan jinên li Tirkiyeyê piştgirî bidin berxwedanê û li hemû qadan berbelav bikin. Divê em li dijî pergala yek zilamî demokrasiyê û li dijî şer jî aştiyê bi rêxistin bikin. Bihar nêz e aştî nêzik e.”