Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin 2021-03-03 12:37:48   STENBOL - Danişîna doza derbarê 34 kesên ku rojnameger Sadiye Eser jî di nav de hatibû vekirin, hat taloqkirin.   Derbarê 34 kesên ku rojnameger Sadiye Eser jî di nav de bi îdeayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” û “zirar dayîna mal” doz hatibû vekirin. 17’emîn danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê ya Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Eser tevlî nebû de, hin bersûcên negirtî amade bûn.   Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpêkir de, bersûcan parastinên xwe kirin û daxwaza beraetên xwe kirin. Şandeya dadgehê piştî parastinên parêzeran danişîn taloqî 18’ê Hezîranê kir.