TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin 2021-03-03 13:36:36 AMED - TJA’yê, bertek nîşanî operasyona li dijî MEBYA-DER’ê, binçavkirina endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kesan da û got: “Her ku hûn êrîş bikin, emê hin zêdetir li ber xwe bidin. Bi polîtîkayên zilmê, hûnê nekarin bi dayikan.   Tevgera Jinên Azad (TAJ), derbarê 2 operasyonên cuda yên li dijî MEBYA-DER’ê, binçavkirina endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek endam û rêveberên komeleyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya da de wiha got: “Tifaqa AKP -MHP'ê ji bo li ser piyan bimîne serî li tundî, girtin û pêkanînên dijdemokratîk dide û ji ber vê jî roj namîne ku kesên demokrasîxwaz û azadîxwaz neyên binçavkirin û neyên girtin.”   QEYRANA DIL DERBAS KIRIBÛ   TJA'yê di dewam daxuyaniya xwe de, wiha domand: “Desthilatdariya zilam herî zêde jî êrişî jinên ku li dijî wê serî natewînin dike. Jin bi awayekî neheq û bê hiqûqî tên binçavkirin û girtin. Herî dawî jî di 27'ê Sibatê de ji Dayikên Aştiyê Hatun Aslan (72) û Meryem Soylu (79) di 27'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin û piştî ku 3 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Dîsa Muhlîse Karaguzel (60) di girtîgehê de qeyrana dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Di dema ku Muhlîse birine nexweşxaneyê jî çêr û heqaret lê hatiye kirin."   'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’   Tevgera Jinên Azad (TJA), di dawiyê de wiha got: “Dayikên Aştiyê wicdanê vî welatîne. Ew kesên ku xizmên wan hatine kuştin û ji bo ku tu kesên din neyên kuştin têkoşînê didin e. Ew jinên ku ji bo siberoja me têdikoşin e. Em careke din dibêjin ku hûn nikarin bi polîtîkayên xwe yên zilm û girtinê jin dayik û têkoşîna me têk bibin. Em ê li dijî dîktatoriya we ya faşît serî natewînin. Her ku hûn êriş bikin em ê jî serî hildin û wê têkoşîna me mezin bibe. Têkoşîna me ya ji bo pêşero û welatekî azad wê berdewam bike.”