Doza Adalet Kaya hat lidarxistin 2021-03-03 14:49:52   AMED – Biryara kontrola edlî ya derbarê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya de hat rakirin.    Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hat lidatxistin. Tê îdiakirin ku Kaya delegeya KCD’ê ye, bi boneya beşdarî çalakiyan bûye û li ser medya civakî du parvekirinan kiriye tê sûcdarkirin. Adalet Kaya û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Kaya parastina xwe kir, îdiayên li ser xwe red kir û beraeta xwe xwest. Dozger xwest li benda encama lêkolîna materyalên dîjîtal were sekinandin.   Parêzerên Kaya jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin şertê kontrola edlî ya derbarê Kaya de were rakirin. Şandeya dadgehê şertê kontrola edlî rakir û danişînê taloqî 6’ê îlonê kir.