Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne 2021-03-03 15:37:17   AMED - Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel ê ku tevlî danişîna doza Tahîr Elçî bû qala berpirsyartiya dewletê kir û bang kir ku berpirsiyar hemû derkevin holê.    Danişîna 2'yemîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de piştî daxuyaniyê li Minareya Çarl Ling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin berdewam dike. Şandeya dadgehê ji bo nirxandina daxwaza tevlîbûnê û pirs jê kirina bersûcan navber da danişînê.    Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel û şandeya pê re jî beşdarî danişînê bûn. Ozel piştî navbera danişînê li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî da. Ozel qala berpirsyartiya dewletê kir û bang kir ku bepirsiyar hemû derkevin holê.    ‘BEDELÊ HERÎ GIRAN DA’   Ozel anî ziman ku lêgerîna edaletê ya Baroya Amedê ji bo pîşeya parastinê keleha herî girînge û wiha axivî: “Baroya Amedê li dijî binpêkirinên mafên mirovan her tim li cem mazlûman cih girtiye û li ber xwe daye. Ji van bedelan ê herî giran Tahîr Elçî daye. Tahir Elçî, qasidê aştiyê û parazvanê mafê mirovan bû. Piştî ku Elçî hat qetilkirin heta pêvajoya delîlên têkildarî kuştina wî, bendên ne diyar li pêş dozê hatin kişandin.”   ‘DIVÊ DEWLET PEYWÎRA XWE BIKE’   Ozel da zanîn ku wê şopandina lêgerîna edaletê bidomînin û wiha got: “Hin berpirsyariyên dewletê hene. Berpirsyartiya dewletê ya herî girîng ewe ku hemû berpisryaran bi awayekî vekirî derxîne holê û ji bo edalet pêk were tişta bikeve ser milê wê pêk bîne. Dewlet vê tiştê bike wê gumanên ser xwe jî rake.”   ‘5 DOZGER HATIN GUHERTIN’    Ozel bibîrxist ku di pêvajoya lêpirsîna Tahîr Elçî de 5 dozger hatin guhertin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê astê de rasterast derbasî parastina bersûcan bû, helwestek ku destûr neda aliyê teşekulê derkeve holê hebû û divê pir bihata nîqaşkirin. Îro jî em li vir in, dadgehê bi yek dengî ji wê helwesta xwe ya wê rojê vegerî. Ev geşedaneke girîng bû lê serkeftina raya giştî û civaka sivîl bû. Ev serkeftina dostên Tahir Elçî, malbat, baro û kesên Amed tenê ne hiştiye ye.”