Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî 2021-03-03 21:32:52   WAN - Dadgehê derbarê Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari de biryara beraetê dabû. Lê belê Dadgeha Îstinfaê ya Wanê biryara dadgeha herêmî xera kir û 6 sal û 3 meh ceza li Sari birî.    Derbarê Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari de ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" doz hatibû kirin. Di danişîna 9'ê Adara 2020'an de, Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Colemêrgê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza li Sari birîbû û ji bo îdiaya "endamtiya rêxistinê" jî biryara beraetê dabû. Piştî vê biryarê serî li Dadgeha Îstinaf ya Wanê hatibû xistin. Dadgeha Îstinfaê ji bo sal û 3 meh cezayê ji ber propagandayê qebûl kir, lê belê biryara beraetê ya ji ber "endamtiya rêxistinê" hatibû dayîn xera kir û bi heman îdiayê 6 sla û 3 meh ceza li Sari birî.    Bi giştî 7 sal û 6 meh ceza li Sari hatiye birîn.   Ê parêzerên Sari serî li Dadgeha Bilind bidin