ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-04 09:00:36 * Jinên amedî gotin ew di erefeya 8’ê Adarê de hêvî dikin ku jin neyên qetilkirin û xwestin zordarî û kedxwariya li ser jinan bê rakirin û qanûn bên pêkanîn. * Endama TAJÊ Hena Elyas der barê xebatên 8'ê Adarê yên jinên êzidî de axivî û got: "Em ê îsal 8'ê Adarê bi pêşengiya jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û rizgar bûne, pîroz bikin."   *Asya Akin a di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û paşê hevjînê wê hewî aniye ser û hevberdan e diyar kir ku 13 sal in ew nikare zarokên xwe bibîne. Akin divê jin tu demê hêviya xwe winda nekin û ji bo azadiyê têbikoşin.   * Li Girtîgeha Tîpa E ya Îspartayê, gardiyenan piştî operasyona Garê hejmara li ser piyan ferzî girtiyan kirin. Gardiyenan, girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin, derp kirin.   * Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûneke bingehîn a demokratîk bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyeyê derkeve."    * Dûrû Tumer ku rolên cinsî yên heyî tarûmar kiriye, karê boyaxkirina avahiyan dike. Bi vî awayî bûye "Hoste Dûrû" ya înşeatan. Tumer got: "Ji bo ku wêrekiya derketina ji qada ewleyî, li mirov peyda bibe, pêdivî bi hêzeke dahfdayînî heye. Hêza ku min ber bi vê tercîhê ve dahf da, lêgerîna ji bo azadiyê bû."    * Li bajarên herêmê kiryarên taciz, tecawiz û êrîşên cinsî bi polîtîkaya bêcezatiyê tên parastin.    *  Serokê Sendîkaya Malnişîniyan a Şaxa Amedê Vahap Gunay, anî ziman ku ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê kesên malnişîn zehmetiyê dikişînin û got: "Kesên malnişîn, diçin tiştên li ser çopan berhev dikin."    * Berdevka ÎSÎG Stenbolê Serpîl Unal, bibîr xist ku her sal ji ber negirtina tevdîran bi hezara karker jiyana xwe ji dest didin û kardêr jî bi çavê makîneyan li karkeran dinêrin.    * Hatibû derpêşkirin ku Ramazan Akbaşli xwe kuştiye. Lê belê di rapora otopsiyê de, li stuyê wî dewsa daliqandinê nehatiye dîtin, berevajî vê li ser canê wî morbûyîn û reşayî hatine tespîtkirin. Xizmekî Akbaşli, anî ziman ku li girtîgehê hin kesên "îstixbaratê" gef lê xwarine.    * Kardêr Mehmet Erol, anî ziman ku sektora tekstîlê pri berteng bûye û îqtidar di bin navê alîkariyê de krediya bifaîz dide.    * Danişîna doza rojnamevan Oktay Candemîr dê li Dadgeha Wanê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya dê li Dadgeha Agiriyê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna 21'emîn a doza "Çapemeniya KCK'ê" ku 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê jê tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin.    * Danişîna doza Rojnamevan Huseyîn Aykol, Zana Kaya, Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle yên ji doza Ozgur Gundemê tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Şandeyek ji sefaretxaneya Avustralya dê li Şirnexê serdana partiyên siyasî bike. (10.00)    * Danişîna biryarê ya doza rojnamevan Arîf Aslan dê li Dadgeha Wanê were lidarxistin.    * Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li gelek bajaran çalakî û şahiyên 8'ê Adarê li dar bixin.    * Şaxa OHD'ê ya Amedê têkildarî operasyona bi ser MEBYA-DER’ê dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)   * Ma Muzîk wê salvegera damezrandina xwe ya çaremîn li avahiya xwe bi konserekê pîroz bike. (18.00)