Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî 2021-03-04 09:01:03 NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarên herêmê kiryarên taciz, tecawiz û êrîşên cinsî bi polîtîkaya bêcezatiyê tên parastin.  Li gor daneyên sala 2020'an ên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), 94 jin bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane û 49 zarok jî bi êrîşa cinsî re rû bi rû mane. Ev yek, nexasim li bajarên herêmê wekî polîtîkaya şerê taybet tê kirin û piraniya kiryarên van êrîşên zayendî, taciz û tecaziwê jî polîs, esker û cerdevan in.    Ji meha Çile ya 2020'an heya niha li bajarên herêmê gelek bûyerên bi vî rengî çêbûne û hema bibêje kiryarên wê hemû polîs, esker û cerdevan in. Lê belê ev kiryar bi polîtîkaya bêcezatiyê tên parastin.    KIRYAR POLÎS    Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, di 25'ê Sibata 2021'ê de polîs Y.Y., dest avêtibû zarokeke 12 salî. Polîs Y.Y. li mala mamosteyan dima. Gava zaroka 12 salî xwarin biriye odeya wî, bi awayekî tazî ji odeyê reviyabû. Xebatkarên mala mamosteyan zarokê zevt kiribûn û ew parastibûn. Piştî ku zarokê tiştên ku hatibûn serê wê gotibûn, Polîs Y.Y. hatibû girtin.   KIRYAR CERDEVAN E    Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 18'ê Sibata 2021'ê de cerdevan H.B. û R.Ç. bi hinceta ku jinek taciz kiribûn hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî îfadeya li fermandariya cendirmeyan her du cerdevan hatibûnberdan û çekên wan hatibûn desteserkirin. Her du cerdevan bi awayekî negirtî tên darizandin.    Di 26'ê Çileya 2021'ê de polîs Enes T. ê şaxa Hêza Çevîkê ya Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, tecawizî karmenda sivîl a li midûriyeta polîsan G.A.U. kiribû. Piştî ku G.A.U.'yê gilî kiribû bûyer hatibû bihîstin. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, polîs Enest T. ji peywirê hatibû girtin.    KIRYAR ÇAWÎŞÊ PISPOR    Li Êlihê jî çawîşê pispor Mûsa Orhan, tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Îpek Erê jî ji ber vê di 7'ê Tîrmeha 2020'î de xwe kuştibû. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, kiryar Orhan hatibû girtin, lê belê piştî çend rojan jî hatibû berdan. Orhan, bi awayekî negirtî tê darizandin.    Di 15'ê Tîrmeha 2020'î de li Şirnexê jî çawîşê pispor Aslan A., dest dirêjî zaroka 13 salî kiribû. Aslan, hatibû girtin, lê belê di danişîan duyem de hatibû berdan.    ESKER, POLÎS Û CERDEVAN    Li navçeya Kercosê ya Êlihê jî derketibû holê ku esker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokeke 15 salî kiribûn. Bûyer di 12'ê Kanûna 2020'an de piştî ku keçika 15 salî gilî kirbû hatibû bihîstin. Dozgerî, walîtî û midûriyeta polîsan xwestibûn ser bûyerê binixumînin.    Di 31'ê Tîrmeha 2020'î de jî li Wanê zarokekê li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfade dabû ku çawîşê pispor Tûfan A. ê li Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Xarpêtê dimîne, tecawizî wê kiriye. Tûfan A. bi awayekî negirtî tê darizandin. Danişîna dozê dê di nêz de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê bê lidarxistin.    Li gundê Xanika ê navçeya Midyad a Mêrdînê jî cerdevan Abdulkerîm Î. tecawizî Nûrcan Fîdan a 20 salî kiribû. Fîdanê ji ber vê di 2'yê Tîrmeha 2013'an de bi tifinga li malê xwe kuştibû. Çendî ku malbatê gilî kiriye jî, lê belê hê jî cerdevan nehatiye binçavkirin û girtin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî çawîşê pispor E.T. di 2013'an de giliyê Ayşe Çeçen a 17 salî kiribû. Piştî bûyerê Çeçenê biribûn sitareya jinan, lê belê malbata wê ew ji wir girtibû û kuştibû. Ne malbata Çeçenê ne jî çawîşê psipor E.T. nehatin cezakirin. Di doza hat kirin de jî bersûc hemû beraat kirin û dosye hat girtin.    Li navçeya Kercosê ya Êlihê cerdevan Mehmet Alî K. dest dirêjî zaroka 7 salî kiribû. Danişîan biryardayînê çend roj berê hatibû lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê 23 sal ceza li Mehmet Alî K. birîbû.