Gelo Akbaşli hatiye kuştin? 2021-03-04 09:01:08 WAN - Hatibû derpêşkirin ku Ramazan Akbaşli xwe kuştiye. Lê belê di rapora otopsiyê de, li stuyê wî dewsa daliqandinê nehatiye dîtin, berevajî vê li ser canê wî morbûyîn û reşayî hatine tespîtkirin. Xizmekî Akbaşli, anî ziman ku li girtîgehê hin kesên "îstixbaratê" gef lê xwarine.    Ramazan Akbaşli, di 19'ê Mijdara 2020'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û wî xistibûn Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê. Di 22'yê Sibatê de jî hatibû derpêşkirin ku Akbaşliyê 55 salî întihar kiriye. Piştî ku wî rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê, bi du rojan jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê di rapora wî ya otopsiyê de hatiye tespîtkirin ku li stuyê wî dewsa daliqandinê tune ye, berevajî vê biniya singa wî xwînî bûye û li ser canê wî morbûyîn û reşayî hene.    Malbata wî ji bo alîkariya di warê hiqûqî de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê da.    MALBAT: WÎ KUŞTIN    Malbata Akbaşli, duh bi hinceta ku "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" serî li ÎHD'ê da. Hevjîna Akbaşli Nemûş Akbaşli bal kşan ser bêhiqûqîtiya di dema binçavkirin û girtinê de û got: "Ma çi sûcê Ramazan hebû ku wî girtin û kuştin?"   Akbaşli, da zanîn ku lingê hevjînê wê birîn bûye û reş bûye. Akbaşli, bilêv kir ku ev delîlên îşkenceyê ne. Akbaşli, destnîşan kir ku hevjînê wê xwe nekuştiye û got: "Berî ku bê kuştin bi rojekê ji bo ku parêzer biçin cem wî, telefonî me kir. Lê berî ku parêzer biçin xebera wî hat. Qethiyen hevjînê min xwe nekuştiye. Wî kuştin."    ÎSTIXBARAT    Her wiha xizmekî Akbaşli jî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku ji polîsên ku berê avêtibûn ser mala wan yekî jê gef li wan xwariye û gotine wê Akbaşli bigirin. Xizmê Akbaşli, kesên ku xwe wekî "elemanên îstixbaratê" dane naskirin, du caran di bin navê hevdîtina parêzer de çûne girtîgejê û hevdîtin bi Akbaşli re kirine û gef lê xwarine.