Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye 2021-03-04 13:37:31   STENBOL - Hat diyarkirin ku Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî şermezarkirinên çalakiya rektorê qeyûm bû, hatibû girtin 27 roj in di tecrîdê de ye.   Hat destnîşan kirin ku xwendekara Zanîngeha Stenbolê Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî şermezarkirinên çalakiya rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin bû hatibû girtin, 27 roj in di tecrîdê de ye. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi Delîpalta ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne re hevdîtin kir. Keskîn derbarê hevdîtinê de ev agahî parvekirin: “Min bi Şîlan Delîpalta ya ji Bogazîçiyê hatibû girtin re hevdîtin kir. Got ku 27 rojin wê na derxînin bexçeyê qawişê, di tecrîdê de tê girtin û dixwaze derbasî qawişeke din bibe. Rûken, bi hêvî û bi hêz bû. Ji herkesê re silavên wê hebûn."     JI ÇHD’Ê DAXUYANÎ   Komîsyona Xwendekar û Stajyeran a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev parvekirin kir: “Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî çalakiyên şermezarkirina rektore qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê bibû hat girtin,  27 roj in di tecrîdê de ye  û naderxin bexçeyê qawişê. Em soz didin kesên plana çalakiyê ya mafê Miran aşkere kirin; Tecrîd sûcê mirovahiyê ye! Divê Şîlan Delîpalta bê berdan."