TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin 2021-03-04 14:02:21   SÊRT – TUAY-DER’ê, diyar kir ku girtî li dijî zext, binpêkirinên mafan û tecrîdê, 98 rojin li ber xwe didin û bang li CPT’ê kir ku gavên şênber bavêje.    Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ya Sêrtê, derbarê çalakiya girtiyên siyasî yên di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kirin û 98 rojin dewam dike de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Rêveberên bajêr ên HDP’ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Ji rêveberên komeleyê Necmeddîn Yûr, daxuyanî da û wiha got: “Di vê pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan çalakiya, binpêkirinên mafan zêde bûne. Ji ber vê yekê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtî li dijî zilm û zextan ev 98 rojin çalakiya xwe dewam dikin. Girtî rastî nêzîkatiyên rûmet şikandinê tên. Dîsa lêgerîna  li ser piyan ferzî girtiyan dikin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxanê. Îro girtî di vê pêvajoya pandemiyê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Teqez ev nayin qebûl kirin.”   ‘DIVÊ CPT GAV BAVÊJE’   Yûr, ji bo rakirina tecrîdê û bi dawî anîna binpêkirinên mafan, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku gavên şênber bavêje û wiha bi dawî kir: “Divê CPT tavilê gavên şênber bavêje. Em bang li raya giştî jî dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Girtî 98 rojin li ber xwe didin. Divê rayedar daxwazên girtiyan qebûl bikin."