OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye 2021-03-04 15:14:28 AMED - Sekretera Giştî ya OHD’ê Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku operasyona li dijî MEBYA-DER’ê bi temamî derveyî hiqûqê ye û xwest hemû endam û rêveberên saziyê yên hatine girtin û binçavkirin bên, berdan.   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî operasyona li dijî endam û rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER), li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Sekretera Giştî ya OHD’ê Gulan Çagin Kalelî axivî û bang kir ku hemû endamên saziyê yên hatine girtin û binçavkirin demildest bên berdan. Kalelî, bi bîr xist ku cara ewil di 27’ê Sibatê de ser malên endam û rêveberên MEBYA-DER’ê de hat girtin û destnîşan kir ku endamtiya MEBYA-DER’ê, rojnameya Yenî Yaşam a li malên wan hatiye dîtin, Kovarên Jîneolojiyê û meqbûzên aîdatê yên saziyê weke “sûc” hatine dîtin.   ‘BI AWAYÊ HIQÛQÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Kalelî, anî ziman ku serdegertina duyemîn jî, di 3’ê Adarê de pêk hat û di serdegirtinan de 13 kes hatine binçavkirin. Kalelî, da zanîn ku kesên hatine binçavkirin 60, 70 û 80 salî ne, nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha got: “Kesên hatine binçavkirin nexweşiyên wan ên kronîk hene. Ya rast ew bû van kesan gazî îfadeyê bikin lê di saetên serê sibê de bi ser malên wan de tê girtin û tên binçavkirin. Ev rewş ne hiqûqî ne jî exlakî nayê qebûlkirin. Wekî din jî di şertên pandemiyê de kesên pîr ên nexweşiyên wan ên kronîk hene, mayîna wan a di demekî dirêj di bin çavan de mûameleya nebaş e.”   ‘TÊ KRÎMÎNALÎZE KIRIN’   Kalelî, destnîşan kir ku MEBYA-DER rêxistineke sivîl a civakî ku dema kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin û rewşên derveyî mirovî derketin holê pêvajoya teslîm kirin û hiqûqî ya cenazeyan dişopîne ye. Kalelî, bi lev kir ku di encama piştguhkirina binpêkirinan a dewletê, rêxistinên sivîl ên civakî dixwazin li hemberî van binpêkirinan bibin bersiv û wiha berdewam kir: “Saziyen ku dewlet naparêze û di qadên maf de têdikoşin bi destê dewletê tên krîmînalîzekirin.”   ‘XEBATÊN SAZIYÊ QANÛNÎ NE’   Kalelî, diyar kir ku hemû xebatên saziyê ji raya giştî re vekirî ne û wiha lê zêde kir: “Hemû xebatên saziyê weke sazî û dezgehên têkoşîna maf didin qanûnî ne û li gorî hiqûqî ne. Ev operasyona li dijî MEBYA-DER’ê hatiye kirin di çarçoveya polîtîkayên mehandinê yên desthilatê de hatiye kirin. Ev operasyon bi temamî derveyî hiqûqe ye.”   ‘BILA BÊN BERDAN’   Kalelî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin, ewê ku di têkoşîna maf de nehekî li wan hatine kirinin, ango dayik in. Ev nêzîkatiya li dijî dayikan nayê qebûlkirin. Em ji vir careke din bang li desthilatê û meqamên darazê yên bûne hevparên bêhiqûqiyê dikin, hemû endam û reveberên saziyê yên hatine binçavkirin û girtin divê demildest bên berdan û ev bêhiqûqî bê bidawîkirin.”