Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin 2021-03-04 23:11:46     AMED - Ji kesên ku di çarçoveya operasyona MEBYA-DER’ê de hatibûn binçavkirin Hacîce Guneş û Mûzaffer Ûlaş hatin girtin û Tahir Gul jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Polîsan di 27'ê Sibatê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, bi ser komeleya MEBYA-DER û gelek malan de girtibûn. Polîsan di serdegirtina komeleyê û malan de, 14 kes binçav kiribûn. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin rêvebera Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hacîce Guneş, rêveberê DBP’a Navçeya Rezanê Tahir Gul, rêveberê berê yê MEYA-DER'ê ya bi KHK’ê hatibû girtin Mûzaffer Ûlaş danê êvarî piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan a Amedê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Guneş, Gul û Ûlaş sewqî 3’emîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê kir. Dadgehê Guneş û Ûlaş bi heman îdiayê girt û Gul jî bi şertê kontrola edlî berda.   Berê jî, di 2’yê Adarê de, ji rêveberên MEBYA-DER'ê Hatun Aslan (71) û Meryem Soylu (79) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û rêveberê HDP'ê yê navçeya Rêzanê Fetullah Işik jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.   20 KES DI BIN ÇAVAN DE NE   Hevserokên MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag û Yuksel Almas, endam û rêveberên komeleyê Zekî Dag, Saît Borta, Mehmet Nûr Savaş, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Halîme Topûz, Azîz Olçen, Mûstafa Karahan, Ayşe Tûtmaz, Yildiz Damla, Aysel Pehlîvan, Mevlude Gunduz, Hulya Varan û Ayşe Çelîkbîlek, Hevşaredarê Pîranê yê berê Mûstafa Ûygûner, Hevseroka HDP'a Peyasê Hanim Altindag, Rêvebarê HDP'a Sûrê Murat Uzgun, Rêveberê HDP'a Amedê Hafiz Işik jî di nav de 20 kes hîn di binçavan de tên girtin.