ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-05 09:00:04 * Asya Akin a di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û paşê hevjînê wê hewî aniye ser û hevberdan e diyar kir ku 13 sal in ew nikare zarokên xwe bibîne. Akin divê jin tu demê hêviya xwe winda nekin û ji bo azadiyê têbikoşin.  * Xana Pîlavlioglûyê ku tê gotin di sedsala 16'an de hatiye çêkirin, ewilî wekî tîmarxane hatiye bikaranîn, ji bo jin û zarokan. Lê belê niha bi piştevaniya jinan dirûvek din girtiye.    * Esnafên Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Hesinkar û Xurdefiroşan a Wanê, diyar kirin ku ji ber xurdefiroşên li navenda bajêr karê wan sekiniye û mexdûr bûne û ger ev mesele neyê çareserkirin dê ew jî bar biki n navenda bajêr.    * Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku par di karê înşeatan de 355 karker jiyana xwe ji dest dane. Karabûlût, destnîşan kir ku bi tevdîrine biçûk dê pêşî li ber van cinayetan bê girtin û got: "Ji bo em nemirin, ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareyeke me tune ye."   * Endama Koma Nan û Gul a Îzmîrê Nûray Ozturk, anî ziman ku di dema pandemiyê de pirsgirêkên jinan ên di warê aborî, civakî û demokratîkbûyînê de zêdetir bûne û got: "Em ê bi daxwaza karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan."    * Nûnerên jin ên partî û rêxistinên civaka sivîl ên Mêrsînê ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin gotin: "Her roja me roja berxwedanê, her roja me roja têkoşînê ye û em ê li dû xwe kesî nehêlin û bimeşin."    * Esnafên Rihayê ku ji ber krîza aborî û pandemiyê zehmetiyê dikişînin, niha jî ji ber fiyetên ku du qat biha bûne, hindik mane top bavêjin.    * Dayika Aştiyê Salîha Ceylan, xwest daxwazên girrtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û got: "Pêdiviya me ne bi tecrîdê, bi aştiyê heye. Ne mirin, divê em aştiyê biparêzin."    * Rêvebira TÛAY-DER'ê Muşeher Ulker ku ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û merasîmên cenazeyan 3 sal û nîv ceza lê hat birîn, li dijî neheqiyê bang kir: "Werin em bi hev re vê xeleka qirêjî bişikînin û ji malên xwe derkevin."    * Jinan ji bo mîtînga 8'ê Adarê ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kirin: "Em bi tilîlî û dirûşmeyên xwe li hev kom bibin, em bi hev re Qada Îstasyonê bi rengên xwe bixemilînin."    * Danişîna biryarê ya doza Hrant Dînt ku wezîfedarên cendirmeyan û wezîfedarên berê yên miduriyeta polîsan jê tê tên darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 14'emîn a Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.20)   * Hevserokê Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê bi çapemeniya derve re li otelek Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)    * Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wê li gelek bajaran şahî û çalakiyan li dar bixin. (12.00-19.00)