Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje 2021-03-05 09:00:54 RIHA - Esnafên Rihayê ku ji ber krîza aborî û pandemiyê zehmetiyê dikişînin, niha jî ji ber fiyetên ku du qat biha bûne, hindik mane top bavêjin.  Esnafên Kolana Açiksû ya Taxa Devteştî ya navçeya Halîliye ya Rihayê, ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin.    FIYETÊ BOYAXÊ DU QAT ZDE BÛYE    Halîl Çîkay ku amûrên înşeatê difiroşe, anî ziman ku jixwe berê rewş ne baş bûye, lê belê bi pandemiyê re xirabtir bûye û bi tu awayî alîkariya wan nehatiye kirin. Çîkay, bilêv kir ku kredî wekî weadek hatiye berpêşkirin û got: "Jixwe bêyî vê jî me dikaribû krediyê bikişîne. Ev ne avantajek e. Em amûrên înşeatê dfiroşin. Di vê heyamê de kesî amûr nekirîn. Jixwe fiyetê wan du qat zêde biha bûye. Berê me boyaxa herî baş bi 250 lîreyî difirot. Niha em heman boyaxê bi 500 lîreyî difiroşin. Kirêya min 8 hezar TL ye. Êdî em neketie etra qenzecnkirinê, bes em dibêjin hema bila dikana me neyê girtin û keda me berhewa nebe."    EM Ê ÇAWA BIDIN?    Abdûlsetar Sugut ku amûrên înşeatê difiroşe, bal kişand ser heqê kirê û bacê. Sugut, diyar kir ku salê 25 hezar TL kirê û 25 hezar TL jî bacê dide û got: "Em bi vê dikanê debara 3 malan dikin. Em rojê bi hezar TL'yî amûran bifiroşin, tenê 200 lîre ji me re dimîne. Ma ê 3 mal çawa bi vî pereyî debara xwe bikin? Em nikarin çekên xwe razînin. Dibêjin em krediyê didin. Baş e, lê em ê çawa wê krediyê bidin? Em nikarin amûran bikirin. Plastîk, ji sedî sed biha bûye. Berê kîsê çîmentoyê bi 13 lîreyan bû, niha bi 25 lîreyan e. Rewşa esnafan qet nebaş e. Mirov nikarin tiştekî bikirin, em jî nikarin bifiroşin."    BI 170 HEZAR TL'YÎ KET BIN DEYNAN    Îsmaîl Çîlkez anî ziman ku du sal berê dikan vekiriye, lê belê ji ber pandemî û krîza aborî dikana xwe girtiye û got: "Min dikana xwe girt û cardin dest bi karê înşeatê kir. Piştî wextekê êdî min nikaribû kirêya dikana xwe bide. Tm deyndar bûm. Pir deynê min çêbû. Û 2 meh berê jî min top avêt. Bi qasî 170 hezar TL'yî ketim bin deyn. Min malê xwe firot, niha 95 hezar TL deynê min maye. Niha jî ji bo ku vî deynî bidim dixebitim. 3 zarokên min hene. Karekî in jî tune ye. Nikarim debara xwe bikim. Min dikana xwe girt. Kesî alîkariya me nekir. Min 5 hezar TL kredî kişand. Niha jî wextê wê hatiye. Nikarim bidim."    ‘ALÎKARIYA NASÊN ALÎGIRÊN XWE DIKIN'    Mehmet Emî Tabak jî anî ziman ku di qeydên fermî de cotkar xuya dike, lê belê nikare erdê xwe bajo. Tabak, bilêv kir ku di dema pandemiyê de ji ber ku kar bi dest neketiye betal maye û got: "Berê em pir diçûn cem nalbûr û me amûr dikirîn. Lê niha kar tune ye, nikarin amûran bikirin. Ma nalbûr nikare amûran bifiroşe ku em karibin bixebitin. Divê ew bifiroşe, em jî karibin bixebitin. Niha tu dahatek min tune ye. Dewlet alîkariya alîgirên xwe dike, nnade ên wek me."    MA / Bariş Polat