Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin 2021-03-05 09:00:56 ENQERE - Dayika Aştiyê Salîha Ceylan, xwest daxwazên girrtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û got: "Pêdiviya me ne bi tecrîdê, bi aştiyê heye. Ne mirin, divê em aştiyê biparêzin."  Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja 99'an de ne. Endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Salîha Ceylan û Aygul Çîftçî, bang li raya giştî kirin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve.   Ceylan, ji bo daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên qebûlkirin bang kir. Ceylan, bal kişand ser "pêavjoya çareseriyê" ya di 2013-2015'an de û got: "Ez dayik im û ji ber grevên birçîbûnê xemgîn im. Ma rayedarên dewletê dikarin sê rojan bê xwarin îdare bikin?"    Ceylan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in tê tecrîdkirin û got: "Ocalan bi awayeî bêhiqûqîtî tê ragirtin. Bi ser de jî tê tecrîdkirin. Dewlet, divê dev ji vê helwesta xwe berde. Divê rêya axaftinê veke. Pêdiviya me ne bi tecrîdê, bi aştiyê heye. Em ne mirinê, divê em aştiyê biparêzin."    YEKÎTÎ   Ceylan, anî ziman ku divê her kes dengê xwe bilind bike û got: "Di vî şerî de bi hezaran ciwan mirin. Her roj dayi digirîn. Keça min, pênc sal berî şehd ket. Hê jî em nizanin gora wê li ku ye. Dewletê cenaze neda me. Gelek dayik nizanin gorên zarokên wan li ku ne. Lewma divê kurd li dijî vê hiqûqa dijminatiyê bi yek bin. Divê kurd hemû rabin ser pêyan û li ber vê zilmê bisekinin."    Ceylan, anî ziman ku heya ku aştî neyê wê kitana xwe ya spî ji serê xwe neke û got: "Em dayik, naxwazin tu kes jî bimire. Ne gerîla, ne jî esker bila nemirin. Tu fêdeya şer ji bo mirovan tune ye. Em bi hev re doza aştiyê bikin."    JIYANEKE MIROVANE    Dayika AŞtiyê Aygul Çîftçî jî ku deh sal berê ji ber ext û zoriyan ji Wanê koçî Enqereyê kiriye, destnîşan kir ku tekane daxwaza wî aştî ye. Çîftçî, anî ziman ku tecrîd sûc e, li hemberî mirovahiyê û got: "Ocalan, demildest divê hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Tu hêleke hiqûqî ya vê tecrîdê tune ye. Pirsgirêk divê bi rêya axaftinê bên çareserkirin."    Çîftçî di dawiya axaftina xwe de got: "Heya ku daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin divê her kes dengê xwe bilind bike. Li cîhanê tişta herî xweş aştî ye. Êdî bila mirov nemirin, bila aştî çêbibe."