Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin 2021-03-05 11:46:43   STENBOL - Danişîna Doza derbarê kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya AGOS’ê Hrant Dînk de hatibû vekirin, ji ber dadgeher hatibû emeliyatkirin, hat taloqkirin.   Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2020'an de li ber avahiya rojnameyê ya li Kolana Halaskar Gazî ya Şîşliyê ji aliyê tetîkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin. Danişîna doza darizandin 6 jê girtî, 13 fîrar, bi giştî 76 kesên ku esker û xebatkarên miduriyeta polîsan ên berê jî di nav de, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê hat lidarxistin.     Parêzer û bersûcên ne girtî Abdullah Dînç, Alî Oz, Metîn Yildiz, Huseyîn Yilmaz, Cevat Eser, Gazî Gunay, Haci Omer Unalir, Reşat Altay û Celalettin Cerrah di danişînê de amade bûn. Bersûcên girtî Alî Fuat Yilmazer, Ercan Gun, Ramazan Akyurek, Okan Şîmşek, Mûhammer Demîrkale, Veysel Şahîn, Hamza Celepoglû, Mehmet Ûçar, Alî Poyraz, Osman Gulbel, Yavûz Karakaya û Temel Bulent Demîrel ji girtîgeha lê diman bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.   DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Di danişînê de, li bendê bû ku biryar bê dayîn, lê ji ber ku endamê şandeya dadgehê, dadger Ferhat Şahîn ji dilê xwe hatibû emeliyatkirin, danişîn taloqî 26’ê Gulana 2021’an hat kirin.