Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin 2021-03-05 15:48:16   ENQERE - Di lêkolîna HDP’iyên ji Doza Kobanê girtî ne de hat kirin, banga Hevserokê PYD’ê yê berê Salîh Muslim li dijî êrişên DAIŞ’ê kiribû delîlê şênber hat hesibandin.    Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetmedar ango HDP’yî ji “Doza Kobanê” tên darizandin. Li ser îdianameya Kobanê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê hat qebûlkrin lêkolîna girtinê hat kirin. Dadgehê di lêkolîna ser dosyeyê de kir carek din biryara dewamkirina girtina siyasetmedaran da. Dadgehê di hêceta 75 rûpelî de carek din cih da beyanên şahidên navê wan vekirî, şahidên nepen, nûçeyên di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de, rêxistina PKK/KCK û beyanên bersûcan û tiştên di çalakiyên Kobanê de qewimîn. Dadgehê di lêkolînê li ser dosyeyê de banga Hevserokê PYD’ê yê berê Salîh Muslim li dijî êrişên DAIŞ’ê kiribû wek delîltiya şênber hesiband.