Bijîşk Şîn: Ê rehawet hejmara pêketiyan zêde bike 2021-03-06 09:07:35   WAN - Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Ridvan Şîn, diyar kir ku dibe ku "pêvajoya asayî ya kontrolkirî" bibe sedema rehawetê û ev jî bibe sedema ku hejmara pêketiyan zêde bibe. Şîn, bang li her kesî kir ku li gor pîvanan tevbigerin.    Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, di 1'ê Adarê de "pêvajoya asayî ya kontrolkirî" ragihandibû. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ridvan Şîn, biryarên nû yên derbarê şewba Covîd-19'ê de nirxandin.    Ê REHAWET HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE BIKE    Bijîşk Şîn, anî ziman ku di pêş de dibe ku hejmara pêketiyan pir zêde bibe. Şîn, destnîşan kir ku divê mirov nekevin rehawetê û hay ji pîvanan hebin. Şîn got: "Di pêş de ê rewahetek li mirovan peyde bibe. Ê li kafeyan, hêwanên dawetê, li şînan mirov bên cem hev du. Ji ber vê jî ê hejmara pêketaiyan zêde bibe. Qethiyen divê mirov hay ji paqijiyê, mesafeyê û maskeyan hebin."    XEBATEKE KOLEKTÎF    Şîn, destnîşan kir ku nexşeya xetereyê ya ku hatiye parvekirin ne şaş, lê belê hin kêmasiyên wê hene. Şîn, bal kişand ser xebateke kolektîf û dvê Yekîtiya Bijîşkan jî daxilî nav xebatan bibe. Şîn got: "Gava wisa bibe ê gel jî bawer bike. Di dema qedexeyan de me dît ku hejmara pêketiyan kêm bû. Kêmasî û pirsgirêk hene. Divê tevdîr bi awayekî wekhev bên girtin. Ji bo vê jî polîtîkayine hîn hevgirtî divên."    DERZÎ   Şîn, bal kişand ser kêmaniyên di warê derzîkirinê de jî û destnîşan kir ku rêjeya derziyan li gor herêman diguhere û got: "Em dixwazin mirov bên derzîkirin. Em dixwazin tevahiya civakê bê derzîkirin. Lê rewş qet nebaş e. Gava em li tabloya Wezareta Tenduristiyê mêze dikin, li Wan û Colemêrgê rêjeya derzîkirina kesên di ser 65 salan re di biniya rêjeya giştî de ye. Yanî derzîkirin baş nayê kirin. Divê bê zêdekirin û tevahiya civakê bê derzîkirin."    MA / Bariş Donmez