Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin 2021-03-06 10:40:25 WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê duh bi dorpêç û zextên polîsan re rûbirû mabû got: “Heta ku em li kolanan bin wê îqtidar li gorî dilê xwe otorîteya xwe pêk neyne. Em ê paş ve gav neavêjin”.    Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Muazzez Orhan duh seranserî rojê li ber avahiya Walîtiya Wanê çalakî li dar xistin û ji 15 rojan carek qedexeya çalakî û şahiyan ku tê dirêjkirin şermezar kirin û xwestin dorpêçkirina avahiya HDP’ê were rakirin. Parlamenteran li ser rakirina dorpêçê çalakiya xwe bi dawî kirin.   Polîsan kêlî bi kêlî xwestin çalakiya parlamenteran asteng bikin. Polîsan destûr neda ku parlamenter pirsên rojnamevanan jî bibersivînin. Lê ya balkêş ew bû ku polîsên Sarisaç dorpêç kiribûn û kom bi kom digeriyan hişyariya “mesafeya sosyal” ne li xwe li Sarisac dikirin. Tevî hemû astengî û zextên polîsan jî parlamenteran dengê xwe li navenda bajêr ragihandin. Mûrat Sarisaç ê ku duh bi wê tabloya dorpêçkirî re rûbirû ma nirxand.    HÊCET NÎNE    Sarisaç destnîşan kir ku duh ew zext û dîmenên ew pê re rûbirû ma nîşaneya polîtîkaya sepandina li ser kurdan û HDP’ê ye û got: “Ew dîmenên duh di heman demê de bi awayek fiîlî girtina HDP’ê nîşan dide. Bêyî ku tu hêcetê nîşanî me bidin avahiya partiya me dorpêç kirin. Me jî li dijî vê xwest li ber walîtiyê çalakî li dar bixin ku qedexe, astengî û dorpêçkirina li bajêr û ser partiya me were rakirin. 5 sal in em bi qedexeyên li bajêr re rûbirû ne û qedexe li ser qedexe derdixin pêşiya me.”    ‘NAHÊLIN KU ROJNAMEVAN WÊNE Û DÎMEN BIGIRIN’    Sarisaç anî ziman ku wî xwestiye bersiva pirsên rojnamevanan bide lê ev jî hatiye astengkirin û got: “Nahêlin ku rojnamevan pirsek bike û em bersivê bidin. Nahêlin ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin. Wan dûr dikin. Objektîfên wan asteng dikin. Li ser HDP’ê û çapemeniyê zextên giran hene û em sedemê vê yekê jî baş dizanin.”    ‘EM Ê PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’    Sarisaç anî ziman ku ev qedexeyên li bajêr tenê partiyan wan û muxalîfan eleqedar dike û got: “AKP û alîgirên xwe ji vê yekê muaf in. Hin însanên ji aliyek diyar anîn ber avahiya me. Serokê Rêxistina Navçeyê ya MHP’ê anîbûn ber avahiya me. Serokê Navçeya MHP’ê tê li vir dikare beşdarî daxuyaniyê bibe û xelkê provoke dike. Li şûna ku hesab ji îqtidarê bixwazin lê tên ber avahiya HDP’ê ya ku aştî, azadî û wekheviyê diparêze hesab dipirsin. Çiqas zext û zilm hebe bila hebe lê em ê her tim li kolanan bin. Divê HDP’ê neşibînin partiyên din. Em her roj li kolanan di nava xelkê xwe de ne. Bêhiqûqiyê li partiya me dikin. Îro ne walîtî, ne polîs û ne jî daraz tu hêcetê nîşan nade. Rêyên rewabûnê nemane. Ev tişt ne nû tên serê kurdan. Ev polîtîka di salên 90’î de jî hatibûn sepandin. Lê belê em ê paş ve gav neavêjin. Çimkî em mafdar û rewa ne. Her ku diçe em mezin dibin. Ez bang li tevahiya partî û rêxistinên sivîl ên muxalîf dikim kul i dijî vê helwesta qedexeyî ya li ser bajaran rabin.”