Di 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin 2021-03-06 11:02:25 BEDLÎS - Bi helîkoptera du roj berê li Tetwanê ket re hejmara helikopterên di 28 salên dawî de ketin xwarê derket 38’an. Di ketina van kelîkopteran de 193 polîs û leşker mirin.    Di 4’ê adarê de li bejahiya gundê Şamiran ê girêdayî navçeya Tetwana Bedlîsê helîkoptera leşkerî ya bi tîpa Cougar ket xwarê û di encamê de Korgeneralê Fermandariya Kolordiya 8’emîn a Xarpêtê Osman Erbaş jî di nav de 11 esker mirin û 2 esker jî birîndar bûn. Derdora gund ji aliyê leşkeran ve hêj dorpêçkirî ye û destûr nayê dayîn kes biçe cihê bûyerê. Ji bo girtina dîmen û wêneyan jî tenê tê hiştin ku nûçegihanê Ajansa Anadoluyê biçin cihê bûyerê û ji bilî wan destûra tu rojnamevanan nayê dayîn.    Wezîrê Parastinê Hulusî Akar hat cihê bûyerê û lêkolîn pêk anîn û daxuyand ku helikopter di encama “qezayê” de ketiye xwarê û sedema teqez a ketina helîkoptere wê di encama lêkolînek hurgûlî de eşkere bibe. Di daxuyaniya duyemîn a Wezareta Parstinê de ku hat dayîn de hat gotin ku helîkopter ji ber “şertên hewayê yên neyînî” ketiye xwarê.    HELÎKOPTERÊN HATINE XISTIN   Nayê zanîn ku wê ka hurgûliyên lêkolîna hatiye kirin bi raya giştî re were parvekirin an na. Di salên berê de jî gelek bûyerên bi vî rengî qewimîbûn û têkildarî bûyeran lêkolîn hatin kirin lê encam nehat parvekirin. Di daxuyaniyên têkildarî ketina van helîkopteran du heta îro hatine dayîn de wek “qeza”, “şertên hewayê yên neyînî”, “xerabûna teknîkî” û “li têlên ceylanê asê mane” hatin ragihandin. Lê belê di gelek bûyeran ango ketina helîkopteran de derketibûn holê ku ji aliyê PKK’ê ve hatine xistin.    Di 28 salên dawî de di serî de li herêmên şer û li gelek deveran 38 helîkopter ketin an jî hatin xistin. Di van helîkopterên ketin an hatin xistin de bi giştî 193 esker û polîs mirin e.