MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn 2021-03-06 14:34:42 AMED - MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser roja 100’emîn a çalakiya greva birçîbûnê û xwest daxwazên çalakgeran ên hiqûqî û qanûnî bên bicihanîn û tecrîd bê rakirin. Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin û 100 rojin didome, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) a Amedê û MED TUHAD-FED’ê beşdarî civînê bûn. Endamê MED TUHAD-FED’ê Ahmet Ogûz di civînê de axivî. Ogûz, bi bîrxist ku çalakiya greva birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê heta niha bêdem û bidorveger didome û wiha got: “Li gel rakirina Rewşa Awarte (OHAL) jî, li girtîgehan ev rewş didome. Aşkeraye ku sala 2020’an jî weke salên din ji bo girtîgehan bû sala binpêkirinên mafan. Li girtîgehan bi hinceta pandemiyê polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin. Li gorî raporên saziyên sivîl ên civakî girtîgehan pandemî ji xwe kirine firsendek û girtîgeh tecrîd kirine. Ji ber vê yekê girtiyan li dijî polîtîkayên tecrîdkirinê dest bi çalakiya greva birçîbû kirin.     ‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Ogûz, destnîşan kir ku pêkanîna tecrîdê bêhiqûqiye û wiha berdewam kir: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên rûtin bûne û serlêdanên li dijî van pêkanînan tên kirin jî ji ber zirxê bê cezatiyê bê encam tên hiştin. Lê weke rêxistinên sivîl ên civakî  em ê li dijî van binpêkirinên mafan dengê xwe bilind bikin. Li rex polîtîkaya tecrîdê ya bi taybetî li ser birêz Ocalan û li hemû girtîgehan tê pêkanîn li girtîgehan jî binpêkirinên mafan derdikevin holê.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN RÊZ KIRIN   Ogûz, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha rêz kirin:    “*Li girtîgehan ji ber girtî mafên xwe yên qanûnî dixwazin bi awayekî kêfî lêpirsînên disîplînê tên destpêkirin û girtî cezayê disiplînê girtin.    * Li girtîgehan mafê gihanê yê tenduristiyê hatiye bi sînor kirin, şertên tedawiyê yên girtiyên xweş ji holê hatine rakirin. Bi sedemên polîtîk rawestandina înfazên girtiyan hatiye astengkirin.    * Li girtîgehan di bin banê ewlehiyê de gelek sirgûn çêdibin. Girtî sewqî cihên hem ji malbatên wan hem jî ji cihên darizandina wan dûr tên kirin. Bi vî awayî mafên bingehîn ên girtî tên binpêkirin.    * Dîsa li gel di rojevê de ye jî ferzkirina lêgerînên tazî didomin.    * Li girtîgehan kurdî hatiye bi sînor kirin û bi taybetî ji bo wergêra nameyên kurdî tê zanîn ku pereyekî zêde tê xwestin.    *Li hemû girtîgehan bi hinceta pandemiyê xebatên civakî nayên kirin. Ev yek li dijî hiqûq û rêgezên mirovî yên bingehîn in.”   ‘HUKUMXWAR NAYÊN BERDAN’   Ogûz, bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên ji ber qanûna înfazê ya nû ya bi hejmara 5275’ê derketine holê û wiha pê de çû: “Di meha çileyê de, bi raporên kêfî yên lijneya nêrîn û îdareyê hikumxwarî yên ku divê bên berdan nayên berdan.”   DAXWAZ KIRIN   Ogûz, weke komele daxwazên xwe wiha rêz kirin:    “Divê polîtîkaya tecrîdê ya di kesayeta birêz Ocalan de tê pêkanîn bê bidawîkirin û daxwazên çalakgeran ên qanûnî û hiqûqî bên bicihanîn.   * Divê di seride lijneya rewşa baş, hemû pêkanînên ne hiqûqî û wijdana civakê diêşînin dest jê berdin.   * Divê hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û derbarê kesên di çarçoveya binpêkirinên mafan de sûc kirine kirariyên qanûnî bên destpêkirin.   * Divê bi qanûneke înfazê ya adil û wekhev bibin bersiva civakê.”