Li Girtîgeha Tarsûsê, dest danîn ser helbesta greva birçîbûnê 2021-03-07 12:03:48   AMED - Hatîce Kaymak a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re de, xwest helbesta ji bo 100 rojên greva birçîbûnê nivîsandibû bixwîne, lê hat astengkirin.   Hatîce Kaymak (25) a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimîne û tevlî koma 20’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê Mijmara 2020’an de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kirin bibû, da xuya kirin ku hevdîtina wê ya telefonê ya bi malbata wê re hatiye astengkirin.     XWENDINA WÊ YA HELBESTÊ ASTENG KIRIN   Xwişka Kaymak Remziye Kaymak, diyar kir ku xwişka wê xwest helbesta ji bo 100’emîn roja greva birçîbûnê nivîsandibû, di hevdîtina telefonê de bixwîne, lê rayedarên girtîgehê di wê kêliyê de mudaxileyê wê kirin. Kaymak, bertek nîşan da û got: “Xwişka min bi 3 hevalên xwe re, di koma greva birçîbûnê ya 20’emîn de cih girtin. Duh 100’emîn roja çalakiya wan a greva birçîbûnê bû. Xwişka min bi vê boneye xwest helbesta nivîsandibû bixwîne. Lê gardiyenan kaxiza helbestê ji destê wê girtin û dest danîn ser. Li ser vê yekê me jê re stranên Kurdî gotin, lê gardiyenan bi paşve her tim xirecir derxistin û sabote kirin.”   EV MEHEK AVA GERIM TUNEYE   Kaymak, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de tên jiyîn û wiha bilêv kir: “Ev meheke ava gerim nadin. Kalorîferan pê naxwin. Her tim bi ser qawîşan de digirin û lêgerînê dikin.”   Beşeke helbesta ku Kaymak xwest bixwîne û hat astengkirin wiha ye:    “Ma gelo dema berxwedanê heye?   Ger befir li dilan bike   Û firtûne li rawestgehên balûpal rabe     Li ser navê hebûnê, em berdin bila firtûne rabin   Niha tam jî dema wê ye,    Em bibêjin niha tam dema wê ye,   Û hemû mirovên li cîhanê kom bikin…”