ÎHD’ê serdana Hevseroka KCD’ê Guven kir 2021-03-07 14:38:34 AMED - Şandeya ÎHD’ê ya di girtîgehê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kiribû, ev bang kir: “Divê zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.”     Alîkara Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray Saman, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ya ji peywirê hat girtin Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpetê ziyaret kirin.   ÎHD’ê derbarê serdena kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Serdan di 5’ê Adarê de pêk hat. Şandeya me diyar kir ku Birêz Guven bi tendurist û keyfxweş bû. Di hevdîtina pêk hat de, şert û mercên girtinê, pêvajoya hiqûqî û pêşketinên siyasî yên di rojevê de natin nirxnadin. Em weke ÎHD’ê, her tim dixwazin siyaseta demokratîk bi hêz bibe û piştgiriyê didin polîtîkayên aştiyane. Sûcdarkirina karên siyasî binpêkirina qanûnan û hiqûqa navneteweyî ye.”   ÎHD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest, zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.