Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin 2021-03-08 13:10:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên parêzer ên girêdayî Baroya Amed, Wan û Edeneyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û gotin: “Em bi têkoşîna xwe li her derê hebûn, hene û em ê hebin."    Navenda Mafê Jinan a Baroya Amed û Edeneyê û Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Amed bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêş edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek parêzerên jin amade bûn. Jinên parêzer di çalakiyê de pankarta “Ne edaleta rastî ya mêran, Bijî 8’ê Adare” vekirin û daxuyanî da. Beriya jinên parêzer daxuyaniyê bidin gelek polîs û maşîneyên zirxî kom bûn. Jinan bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Prz. Elîf Bîtîklî bi Kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Mîna her salî îsal jî  di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de em ji malên xwe,  cîhên karên xwe, ji kolan û qadan dengê xwe bilind dikin.    SAZÎ BI DESTÊ DARAZÊ TEN GIRTIN   Prz. Bîtîklî, da zanîn ku di van rojan de tundîya li ser jinan bi zêdebûnê re dewam dike û wiha lê zêde kir: "Li hemberî vê tundîyê sazîyên jinan bi hemû hêzên xwe re hewl didin. Lê ev sazînan  bi destê darazê ve tê girtin. Divê dewlet li hemberî tundîya jinan hevkarîyekî bi van saziyan re bimeşîne. Lê mixabin dewlet berevajî tevdigere. Ev tevger encamekî neyînî derdixe holê. Di dosyeyên tundîya jinan de ligel hebûna Peymana Stenbolê û Zagona Bi Hejmara 6284'an ku bi tekoşîna jinan ve ket meriyetê, kêmasî û neaktîvîyên sazîyên dadî û îdarî bandorekî neyînî li ser xebatên hemberî tundîya jinan tê meşandin dike. Di 2ê Adarê yê 2021an de ji alîyê Serokomarî Plansaziya Çalakîyên Mafên Mirovan hate ravekirin. Di ev plansaziyê de taybetîya Zagona Jimardara 6284 cih digire.  Û divê gotin ku " heya rojekî ku tenê jineke jî nebe mexdûrê tundîyê dê bê tekoşînkirin." Ev peyman encama tekoşînên jina ye. Em wek jinan heya ku ev peyman bêkêmasî bê cih em ê şopinerê ev pevajoyê bin."    'EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'    Parêzer Bîtiklî, anî ziman ku dê li dijî nîkaşên li ser mafê nefeqeyê ve tê kirin, li dijî hemû cûreyên tundî yê li ser jinan tê kirin, li dijî xizanî, bêtemînatî, bêkarî û paşverûtiyê, li dijî berpê parastina jinan ve kêmasîyên di zagonan de tekoşîna xwe bimeşînên û wiha bi dawî kir: "Ji bo xurt kirina  jinê, ji bo jin  di qadê perwerdehî yê, tenduristî yê, siyasetê, dadî û hwd. qadan de wek hemû mirovan feyde bigire, ji bo pergalekî ji alîyê berpisîyarîya jin û mêran de wekhevî avabibe em ê tekoşîna xwe bimeşînin. Em êdî naxwazin di 8ê Adarê de behsa qetl kirina jinan, hejmarên wan bikin. Em naxwazin behsa şaşîyên rexnayên li hemberî mafên nefeqeyê ve tê girin, qedexekirina kurtajê, bi polîtîkayên muhafazakar re rêz kirina jîyanên me  bikin.  Em naxwazin derheqe erîşên  li ser terza jîyanê me û tercîhên me hatin ve hatine girin biaxivin. Ji ber vê yekê em ê li hemberî ev newekhevîyê tekoşîna xwe bimeşînin. Em bi tekoşîna xwe re li her derê bûn, em li her derê e û em ê li her derê bin."    WAN    Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê jî bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Salona Konferansê ya Baroyê daxuyanî dan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Seroka Komîsyonê Fatma Ulgen, anî ziman ku di sala 2021'an de 68 jin hatin qetilkirin û wiha got: "Divê li dijî binpêkirina mafên jinan wekheviya zayendiya civakî bê parastin. Divê cudakariya li dijî jinê bi dawî bibe. Divê peymana Stenbolê û xala Zagona Hêjmar 6284'an bê sepandin.    EDENE   Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî heman armancê Roja Jinan a Cîhanê, li jinan qurnefil belav kirin. Jinên Endamên Baroya Edeneyê li aliyê din li pêş Avahiya Kevir a Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Jinan pankarta "Em dest ji mafê xwe bernadin û bila Peymana Stenbolê têkeve meriyetê" vekirin. Li ser navê jinên parêzer, Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê Melek Bahar Ogru Dîzdar, daxuyanî da û xwest hikûmet peymana Stenbolê û xala Zagona 6284'an têxe meriyetê û mafê jinan biparêze.