Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin 2021-03-08 13:12:49   ENQERE - Parlementerên Ewropî, ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li gel biryara DMME’yê jî li girtîgehê tê girtin, kampanya dan destpêkirin.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi sûcên bêbingeh girtî ye û du caran xwest ku bê berdan. Lê belê tevî vê yekê jî hîn girtî ye. Parlamenterên Ewropî nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin. Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya ji Bakurê Kurdistanê Evîn Încîr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Demîrtaş ji ber ku bi hincetên siyasî hatiye girtin divê bê berdan. Încîr bi bîr xist, tevî ku DMME'yê cara duyemîn ji bo berdana Demîrtaş biryar da jî hêj nehatiye berdan û got, "Em li bendê bûn ku Tirkiye hurmetê nîşanî biryara DMME'yê bide. Lê belê biryara dadgehê ya ku Tirkiye neçar e bi cih bîne, red kir. Ji ber vê yekê, di meha çileyê de min ji bo Parlamentoya Ewropayê biryarê werbigire min pêşnûmeyek pêşkêş kir."   590 PARLEMENTERAN PÊŞNÛME QEBÛL KIR   Încîr anî ziman ku pêşnûmeya ji bo berdana Demîrtaş hate pêşkêşkirin, bi piştgiriya piraniya parlamenteran hate qebûlkirin û diyar kir ku ji 705 parlamenteran 590 parlamenterî pêşnûme qebûl kirin. Încîr ragihand ku weke beşek ji kampanya ji bo berdana Demîrtaş parlamenterên endamên Konseya Ewropayê dest bi kampanyayekê kirine û got, "Parlamenterên Ewropî yên ji 47 welatên endamên Konseya Ewropayê tevlî kampanyayê bûn. Me îmzeyên hatin berhevkirin ji Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê re şand. Mijar wê hefteya bê di 10'ê Adarê de li konseyê bê nirxandin."