Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin 2021-03-09 09:20:43   AMED - Hasan Kaya ku bi îdiaya "pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hatibû îxrackirin, ji bo vegere ser karê xwe doz kiribû. Lê belê daxwaza wî bi îdiaya "pêwendiya wî bi FETO'yê re heye" hat redkirin.    Hasan Kaya ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de karmend bû, di 14'ê Tîrmeha 2017'an de bi îdiaya ku "pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hatibû îxrackirin. Kaya, ji bo ku vegere ser karê xwe serlêdan kiribû, lê belê dadgehê vê carê jî bi îdiaya ku "pêwendiya wî bi FETO'yê re heye" serlêdana wî red kir.    Kaya, ji bo vegere ser karê xwe serî li Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte dabû. Lê belê Walîtiya Amedê di 3'yê Çileya 2017'an de serlêdana wî red kiribû. Piştî vê Kaya serî li Dadgeha Îdareyê dabû.    Dadgeha Îdareyê ya 20'an a Enqereyê îşaret bi doza "endamtiya rêxistinê" û biryara beraetê ya Kaya kiribû. Lê belê cardin jî dadgehê guh li biryara beraetê nekiribû û vê carê jî hatibû îdiakirin ku "pêwendiya wî bi FETO'yê re heye" û serlêdana wî red kir.   Kaya, biryara dadgehê nirxan û got: "Bi biryara Desteya Giştî ya Walîtiya Amedê hatim îxrackirin. Bi hinceta ku endamê PKK'ê me hatim îxrackirin. Lê paşê min beraet kir. Lê Komîsyona Rewşa Awarte guh li vê biryarê nekir û serlêdana min red kir. Vê carê min serî li Dadgeha Îdareyê ya 20'an a Enqereyê da. Dadgeha Îdareyê jî guh li vê biryarê nekir û serlêdana min red kir.   Ez, bi hinceta ku pêwendiya min bi PKK'ê re heye hatim îxrackirin, lê belê rabûn bi hinceta ku pêwendiya min bi FETO'yê re heye, biryar dan. Helbet ev biryarine şablonî ne. Ez wisa difikirim ku ev biryar, biryareke dosyeyeke din e û rabûne kopî kirine û bi dosyeya min ve zeliqandine."