Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin 2021-03-09 11:18:07   STENBOL – Danişîna doza nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglû û rojnameger Sadiye Eser ku ji “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin hat dîtin.    3’yemîn danişîna doza nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglû û rojnameger Sadiye Eser ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Topaloglû û Eser ku berdayî tên darizandin bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn.    Ozgur Baran ku li ser Topaloglû û Eser îfade daye û di danişîna beriya niha de derbarê wî de biryara “anîna bi zorê” hatibû dayîn jî tevlî danişînê nebû.    Di danişînê de Topaloglû û Eser mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku di vê pêvajoyê de tiştekî ku bibêjin tuneye. Parêzera Topaloglû Ayşe Acinikli, ji dadgehê xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser muwekîlê wî bê rakirin.      Piştî parastinê de heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, biryar da ku fermana “anîna bi zorê” ya ji bo Ozgur Baran careke din ji Miduriyeta Polisan re bê şandin û biryar qedexeya derketina derve ya li ser Topaloglû bê berdewamkirin û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.