Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin 2021-03-09 11:26:51   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementera AKP’ê ya Qeyseriyê Hulya Atçi Nergîs, diyar kir ku nûçeyên kuştinên jinan tên mezinkirin û wiha got: “Lê binêrin hejmara zilamên tên kuştin 12 qatê kuştina jinan e.”   Parlementera AKP’ê ya Qeyseriyê Hulya Atçi Nergîs, di bernameya televîzyonekê de angaşt kir ku li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan li gorî welatên din kêm e. Li ser vê angaşta Nergîs pêşkeşvanê bernameyê, diyar kir tenê di sala 2020’an de 300 jin hatine kuştin. Piştî vê jî Nergîs, anî ziman ku medya derbarê vê yekê de bîrbiriyeke neyînî çêdike û wiha got: “Lê binêrin hejmara zilamên tên kuştin 12 qatê kuştina jinan e. Em tenê qala jinan dikin. Medya vê yekê gelek bi kar tîne. Ev jî bîrbiriyeke neyînî çêdike û weke ku li Tirkiyeyê tenê gelek jin tên kuştin.”