Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin 2021-03-09 12:06:30   AMED - Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren hat lidarxistin û dadgehê doz taloq kir.    Rojnamevan Kîbriye Evren bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna 12’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat lidarxistin. Evren û parêzerên xwe Resûl Tamûr û Pîrozxan Karalî di danişînê de amade bûn.    Evren di danişînê de parastina xwe û destnîşan kir ku ew Veysel Sonsûz ê li serê îfade daye nas nake û got: “Ez wî nas nakim. Çima îfadeyek wiha daye jî nizanim. Ez dixwazim werim beraetkirin.”    Pişt re şahidê navê wî eşkere Veysel Sonsûz axivî û diyar kir ku îfadeyên di îdianameyê de berevajî îfadeyên wî ne û ew nebûye şahidê Evren ku di xebatek rêxistinî de cih girtiye.    Pişt re dîsa Evren axivî û anî ziman ku ew li JinNewsê dixebite û di tu partiyek siyasî de wezîfe negirtiye û xwest şahida bi navê Gul Tanriverdî were guhdarkirin û dosyeyên ji Mêrsînê hatine bi vê dosyeyê re bibe yek.    Pişt re parêzer Resûl Tamûr axivî û diyar kir ku ew beyanên li dijî miwekîla xwe qebûl nake û got: “Em dixwazin şahida nav vekirî Gul Tanriverdî bînin danişînê. Em dixwazin dosyeyên ji Mêrsînê hatine bi vê dosyeyê re bikin yek.”    Şandeya dadgehê xwest derbarê şahidan de ka lêpirsîn heye an na ji Şaxa TEM’ê ya Amedê re were nivîsandin û danişînê taloqî 24’ê hezîranê kir.