Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike! 2021-03-09 15:12:20   AMED - Hat diyarkirin ku di hefteyek dawî de ji aliyê “ekîba taybet” ve bi ser qawîşên Girtîgeha Amedê ya Tîpa D ve hatiye girtin û lêgerîna bi hûrgulî pêk anîne. Li ser vê yekê Parlamenter Dersim Dag serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da.    Hat diyarkirin ku di demên dawî de bi ser qawîşên Girtîgeha Amedê ya Tîpa D ve tê girtin, zext û lêerîna bi hûrgulî li girtiyan tê kirin. Girtiyan ragihand ku di hefteyek dawî de binpêkirinên mafan zêde bûne û di van serdegirtina qawîşan de li ser wan lêgerîn pêk tê û dest danîne ser pirtûkên wan. Hat gotin tevî ku girtiyan bi îdareya girtîgehê re hevdîtin kirine jî lê binpêkirinên mafan berdewam dikin.    ‘EKÎBA TAYBET!’   Girtiyan destnîşan kirin ku serdegirtin û lêgerîn ji aliyê “ekîba taybet” ve hatiye kirin û di dema serdegirtinê de wan provoke kirine û ji ber ew li dijî vê yekê derketine derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û bi girtina kalorîferan girtî hatine cezakirin.    SERÎ LI MECLÎSÊ DA    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li ser van îdiayan serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê da û xwest li girtîgehê lêkolîn were kirin.