Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir 2021-03-09 15:13:26   WAN - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û şandeya pê re çû serdana esnafên navçeyên Serayê û Qelqeliyê û li pirsgirêkên wan guhdar kir.   Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Wanê Tayîp Temel, seredana dikandarên navçeyên Seray û Qelqeliyê yên Wanê kir. Temel û rêveberên HDP'ê û DBP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin. Şandeya HDP'ê û DBP'ê jî bi rasthatina cejna Newrozê cejna esnafan pîroz kirin. Dikandaran jî kêfxweşiya xwe ya ji seredanê anîn ziman û xwestin seredan zêdetir bin û pirsgirêkên wan bên dîtin û çareserkirin.